Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
- Rojane
- |
- 15 Mijdar 2022 17:08
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên rojhilatê Kurdistanê ku çalakiyên li dijî rejîma Îranê bênavber didomin, greva giştî dest pê kir.
Bi boneya salvegera çalakiyên 15’ê mijdara 2019’an, rêxistinên civaka sivîl, hunermend û nivîskaran banga greva giştî kiribûn û li ser vê yekê li bajarên Rojhilat û Îranê îro çalakiya greva giştî dest pê kir. Grev dê 3 rojan bidome. Di çarçoveya grevê de li bajarên Sine, Mahabad, Bane, Merîwan, Seqiz, Kamyaran, Serdeşt, Dîwander, Ciwanro û hêj gelek bajarên din esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin. Her wiha li gelek bajaran jî çalakî hatin destpêkirin.