Doza ÇHD’ê: Mafê darizandina adilane hat binpêkirin
- Rojane
- |
- 13 Mijdar 2022 14:22
- |
ENQERE - Baroya Enqereyê diyar kir ku di doza ÇHD’ê de parêzbendiya parastinê hedef hatiye girtin û wiha got: “Mafê darizandina adilane hat binpêkirin.”
Baroya Enqereyê têkildarî cezayê di doza Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) de li parêzer Selçûk Kozagaçli û parêzerên din hatiye birîn daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi cezayan parêzbendiya parastinê hedef hatiye girtin û hewl tê dayîn ku pêşî li ber xebatên pîşeyî yên parêzeriyê bê girtin.
Bi domdarî baroyê destnîşan kir ku lêkolîneke baş nehatiye kirin, delîl xelet hatine nirxandin û bêyî ku delîlên şênber hebin, ceza hatiye dayîn û bi vê yekê re jî mafê darizandina adilane hatiye bipêkirin. Baroyê da zanîn ku ji bo parastin neçar nemîne ku parastina xwe bike, dê bi hemû hêza xwe têbikoşin.