Li Hindistanê balafira rêwiyan ket

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hindistanê balafireke rêwiyan ku 242 kes lê siwar bûn, kete xwarê. 

Balafira rêwiyan a Air India ya Hindistanê ku 242 rêwî tê de bûn, li bajarê Hindistanê Ahmedabadê kete xwarê. Piştî ketina balafirê, dûyeke mezin rabû û hatin û çûna ber bi herêmê ve hate sekinandin. Têkildarî encama mirî û birîndaran agahî nehatin parvekirin. 
 
Hat diyarkirin ku di balafirê de 242 kes hebûn.