Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di encama erişên li dijî Xezeyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 4 hezar û 651. Ji kesên hatine qetilkirin 873 jê zarok in. 
 
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê di roja 16’an de berdewam dikin. Li gorî agahiyan, di encama êrişên heta niha de herî kêm 4 hezar û 651 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji van 873 jê zarok in. 
 
Hat ragihandin ku Îsraîl ji bo êrişeke bejahî ya li dijî Xezeyê êrişên xwe yên hewayî zêdekirine.