Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noqî avê bû. Di encamê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û 167 kes jî winda ne. 

 
Hat ragihandin ku keştiyeke di saetên şevê de ji bendergeha bajarokê Mbandaka ya eyaleta Equateur a Komara Demokratîk a Kongoyê bi rê ketî, dema li ser Çemê Kongoyê ber bi aliyê Bolombayê ve diçû, alabora bû. Di encama qezayê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û 167 kes jî winda bûn. 
 
Hat diyarkirin ku keştî ji ber barê giran wergeriyaye, di qezayê de nêzî 190 kes hatine rizgarkirin û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê berdewam in.