Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hindistanê di qezaya trenê ku qewimî de hejmara miriyan gihîşt 288 kesan. 
 
Li eyalaeta Orissa ya Hindistanê duh du trenên rêwiyan û trenek bar li hev qelibîn û qeza pêk hat. Hejmara miriyên di qezayê de derket 288 kesan. Di qezayê de zêdetirî 900 kesî jî birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa hin birîndaran xedar e.