Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin

Parve bike:
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li parêzgeha KwaZulu-Natal a li rojhilatê Komara Afrîkaya Başûr lehî rabû. Di lehiyê de 253 kes jiyana xwe ji dest dan.
 
Li parêzgeha KwaZulu-Natal a li rojhilatê Komara Afrîkaya Başûr lehî rabû. Endamê Konseya Rêvebir a Tenduristiyê ya Parêzgeha KwaZulu-Natalê Nomagugu Simelane daxuyand ku heya niha 253 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane.