Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbanê, li Afganîstanê tabeleya “Wezareta Jinê” weke “Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” gûhert. 
 
Talîbana ku rêveberiya Afganîstanê dagir kir, tabelaya “Wezareta Jinê” daxist û li şûna wê tabelaya “Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” daliqand. 
 
Di dîmenên li ser medya dijîtal hatin parvekirin de, tabelaya Wezareta Jinê ya li paytexta Kabîlê tê daxistin û li şûna wê panoya li ser “Wezareta Dua, Rêberî û Teşwîq kirina Namûsê û Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” nivîsandi bû, tê daliqandin.
 
Jinên ku li Wezaretê dixebitîn, destûr nehat dayîn ku bikevin avahiyê.