Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê bersiva erênî dan vexwendina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin. 
 
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin ji bo şerê li Qerebaxê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de her du welatan vexwend paytext Moskovayê. Her du welatan jî bersiva erênî da vexwendnameya Putin. Hat ragihandin ku wê Wezîrên Karên Navxweyî yên Ermenîstan û Azerbaycanê li Moskovayê bicivin.