TUÎK: Di salekê de 1 milyon û 259 hezar kesên betal zêde bûn
ENQERE – Saziya Îstatîstikan a Tirkiye (TUÎK), rapora çile ya 2019'an a betaliyê bi raya giştî re parve kir. TUÎK'ê diyar kir ku di çileya 2019'an de betalî ji sedî 14.7 zêde bûye. Betaliya li dijî çandiniyê ji sedî 16.8 zêde bûye. Li gorî daneyên TUÎK'ê di salekê de 1 milyon û 259 hezar kesên betal zêde bûne.