Ji wezîrê parastinê pirsî: Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?

Parve bike:
ENQERE - Parlamenterê HEDEP’ê Sezaî Temellî di hevdîtinên bûdçeya wezareta parastinê de daxuyaniyên wezîrê parastinê yê berê Hulusî Akar bi bîr xist û pirsa “Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?” ji Guler kir. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Mûşê Sezaî Temellî di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Parastinê yên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê de axivî. 
 
‘JI BILÎ AŞTIYÊ TU RÊYEKE DIN NÎNE’
 
Temellî bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û got ku pirsgirêkên Filistîn û kurdan mezintirîn pirsgirêkên li Rojhilata Navîn in. Temellî, di rewşeke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ji bilî aştiyê tu rêyên din nînin. Temellî, diyar kir ku ev 40 sal in dewlet hewl dide pirsgirêka kurd bi rêya şer çareser bike û wiha domand: “Çek, çareserî nîne. Ev pirsgirêk tenê dikare bi rêya demokrasiyê çareser bibe.” 
 
DAWIYA DAGIRKERIYÊ NAYÊ
 
Bi domdarî Temellî sedema mayîna bi salan a leşkerên Tirkiyeyê ya li Efrînê pirsî û wiha got: “Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê xelk ji cih û warên xwe hatin kirin. Ev kabûsa ku we bi operasyonan, bi hewldana dagirkeriyê ya li derveyî sînor afirandiye bi dawî nabe. Lê naskirina statûya Rojava dê Sûriyeyê demokratîk bike. Ewlehiya ku Tirkiye lê digere dikare bi rêya aştiyê pêk were. Lê em berevajî vê, hîn bêhtir şer û pevçûnan derdixînin.”
 
LIXWEMIKÛRHATINÊN AKAR BI BÎR XIST
 
Temellî bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve û wiha derbirî: “Dema ev îdia derketin holê û daxwaza lêkolînê ve hatiye kirin, êrişeke mezin hate kirin. Gelek kes hatin girtin. Wezîrê beriya we Hulusî Akar di vê mijarê de çendek daxuyanî da. Heta gotinên dikevin çarçoveya nefretê kir. Piştre got; ‘her wiha li vê qadê bombeyên destan û gazên dibin sedema barandina rondikan tên avêtin. Ji bilî vê tu çek û muhîmat nehatine bikaranîn.’ Erdogan Karakuş jî ji TV’yekê re gotibû; ‘çekên taktîk nukeleer bi hêzên me re heye, yekîneyên topan diavêjin van bi kar tînin.’ Piştî vê gotinê, axaftina wî hate birîn, ji bernameyê derxistin û êdî nehiştin derkeve TV’an. Wisa xuya dike ku di van şeran de çekên taktîk nukleer tên bikaranîn. Em careke din ji we dipirsin; gelo di nava muhîmatên we de ev hene? Heke hebin hatine bikaranîn? Heke hatibin bikaranîn, li ku û çawa hatine bikaranîn?” 
 
Herî dawî jî Temellî xwest ku Tirkiye, statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike. 
 
Nûçeyên Têkildar
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser qetilkirina Firyal Suleyman Xalid li Kerkûkê û wiha got: “Ev suîqest, cînayeteke siyasî ye. Em wan hêzên tiliya wan di vê cînayetê de heye baş nas dikin.”

DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan têkildarî hilbijêrên hatine veguhestin axivî û wiha got: “Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î û midûrê emniyetê yê navçeyê jî di nava wan ‘hilbijêrên xeyalet’ de cih digiririn.”

Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da

DEM Partiyê der barê qeydkirina hilbijêrên ji derveyî bajêr serî li YSK’yê da. Piştî îtîrazê daxuyanî hat dayin. Parlamentera bajêr Newroz Ûysal diyar kir ku bi hezaran hilbijêrên xeyalî hene û got: "Bi neheqî, bêhiqûqî, dizî, derew û hîleyê hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin. We serî li qeyûman dan bi ser neket û hûnê bi vekişandina dengan jî bi ser nekevin.”

Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene

MYK’a DEM Partiyê dê îro saet di 11.00’an de bi rojevên girîng bicive. Di civînê de dê geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa şer, encamên pêşhilbijartinê û namzetên dê li bajarên rojava bên nîşandan bên nîqaşkirin.

DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe

DEM Partiyê biryar da ku tev li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê nebe ku dê ji bo hilbijartina endamên HSK’ê bicive.